Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xezze bê elektrîk maye piştî ku Îsraîlê sazgeha serekîya elektrîkê rawestand


Akincîyêt bajarê Xezze bi rojê karûbarêt xwe diken bo peyda kirina tiştêt pêdivî weku nanî, piştî rendekêt wan bi şevê bê ronahî mayîn jiber rawestandina sazgeha serekî ya elektrîkê li Xezze jiber nemana kerestêt sûtinê ku li roja pêncşembî bi domahî hatî piştî Îsraîlê tixubê xwe digel Xezze dayêxistî weku tolevekirinekê jiber havêtina muşeka ji herêma Xezze dijî bajêrokê Sedrud li başura Îsraîlê.

Karbidestêt Neteweyêt Yekgirtî û komelêt mafêt mirovan bi tundî nerazîbûna xwe dîyar kirîye li ser dayêxistina tixubî ji alîyê Îsraîlê ve ku dibêjin Xezze nêzîkî wêranîyeke mirovanîyê bûye.

Seroka Komela Zêrevanîya Mafên Mirovan ya Îsraîlî ku bi Gîşa tête nasîn dibêjît xelkê Xezze li jêr rehma kerestêt sûtinê ne ku ji Îsraîlê têt. Dibêje: "Îsraîl bi tewawekî sinurê Xezze kontrol dikat û rêge bi Xezze nadirêt sutemenî li şunî dêke bê cigeh li Îsraîl bikirêt. Boye ewan hîç serçaweyekî dîkeyan nîye pêwîstî sutemenî li dabên biken. Ew sutemenîye jî ke Yekîtîyî Ewropî li cîyatî daniştuwanî Xezze dikirêt."

Karbidestêt Îsraîlî guh neda xema karbidestêt Neteweyên Yekgirtî û komelêt mafên mirovan û Felestînîyan û dibêjin milîtanêt Hamas ku Xezze Kontrol diken bi mebest kariba şeva yekşembî ji bajarê Xezze birî da bikene xetayê Îsraîlî.

Îsraîl dibêjît ew berdewam 75% elektrîkê didete herêma Xezze û %5 ji Misrê têt. Peyivdarê Wezareta Derveyê Îsraîlê dibêjît Îsraîl her tiştî diket bo rawestandina hêrîşêt muşekan dijî Îsraîlê û dibêje: "Em dê rijdin ku berdewam bibîn û dê her tiştekî keyn heta ku ev hêrîşêt dijî hevwelatîyên me têne rawestandin. Îsraîl dê berevanîyê ji xwe ket."

Karbidestên Îsraîlî dibêjin di heftîya borî da pitir ji 200 gullêt muşeka û topa havêtine Îsraîlê, belê di 24 saetêt borî da jimara hêrîşa gelek kêmtir bûye.

Serokê Felestînî Mahmud Abbas ku hêzêt komela wî ya Feth ku Kenara Rojava kontrol diken nerazîbûna xwe dîyar kir li ser dayêxistina tixubî ji alîyê Îsraîlê ve û ji Îsraîlê xwast da dorgirtinê li ser Xezze rabiket.

Şîretvanekî rêzdar Abbasî evro gote radyoya Dengê Felestînê ku Hamas dişêt vê giriftarîyê bi domahî bînit heke hez biket û dibêjît: " Hamas ku Xezze kontrol diket divîya bizavê biket bo rawestandina hêrîşêt muşekan dijî Îsraîlê. "

Li sala buhurî Hamas Xezze kontol kir û hêzêt Feth yêt rêzdar Abbasî derêxistin bi şerrekî navxwe yê bi xwîn. Ewey hingî destûdarêt Xezze xirabtir dibît û dorgirtineka navnetewî tundtir bûye li ser wê herêmê û nûke jî tixubêt wê bi dirustî hatine dayêxistin.



XS
SM
MD
LG