Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê di hêrîşeke xwekuj de bi kêmî 15 kes hatin kuştin


Polîs li bakûrê Iraqê radigihînît kesek xwekuj dinav rêûresmek veşartina termekî de xwe teqand, di encam de alîyê kêm 15 kes hatine kuştin û deh kesên din jî birîndar bûn.

Desthilatdarên gundek piranî Sunnî li derveyê bajarê Tikrîtê dibêjin wî kesê xwekuj piştbenda teqînê ku lixwe pêçabû dinav xîvetek tijî li behîdaran teqand, alîyê kêm karbidestek rêveberîya parêzgehê dinav vê tazîyê da bû lê ew bi saxî derçû.

Herwisa roja duşemê nunerê Neteweyên Yekgirtî bo Iraqê gote Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî ku aştvebûna niştimanî gelek girîng e jibo berdewambûna wan pêşveçûnên niha yên parastinê ku vê dawîyê li Iraqê hatîne kirin.

Nunerê taybetî yê Neteweyên Yekgirtî Stephan de Mistura pêşveçûnên berev bi aştvebûnê hejmartin weku biryara parlamanê ya rêkdan bi endamêt partîya Baas ku dinav hikumetê da bibin xwedî kar.

XS
SM
MD
LG