Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyê Neteweyên Yekgirtî dibêje asayîşa Iraqê bi pêşveçûnên aştîbûna navbera rêberên sîyasîyên welatî ve girêdayî ye


Nunerê Taybetî yê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura gote civata 15 endamî ku kakila giriftên Iraqê nehatine guhartin. Wî got destpêragihiştin di destpêşxistina beroka parastinê û beroka sîyasî da bi awayek rastewxo pêkve hatine girêdan, lê îşaret da hinek pêşveçûnên erînî ku di herdu berokan da hatine kirin.

De Mistura dibêje: "Em nikarin wan pêşveçûnêt vê dawîyê nebînin, ku hem di warê parastinê da û hem di warê sîyasî de li Iraqê çêbûne. Kêmbûna berçav ya kiryarên dijminkarîyê dikarît girîngîyê bidete zêdebûna bizavên serbazên hêzên firehnijad li Iraqê, rola civatên rabûnîyên Erebên Sunnî herwisa ragihandina agirbesê ji alîyê melayê tundrê Muqtada El Sadr ve ku hîvîdarin bête nûjen kirin û em hemî dê jibo wê çendê kar bikin û herwisa girîngîyê didete hevkarîya zêdebûyî digel cîranan li ser pirsên girêdayî bi parastinê ve. Rêkê bidin ku ez herwisa mandî bûna Iraqê jî zêde bikim; gelek Iraqî westîya ne ji dîtina tundûtûjîyan û wê çendê jî alîkarîya wê rewşê kirîye."

De Mistura îşaret da pesend kirina qanunekê li destpêka vê mehê ji alîyê parlamana Iraqê ve ku rêkê didete endamên partîya Baas ya piranî Sunnî, carek din vegerînev nav karên hikumetê û mafê xanenişîn bûnê didete wan weku pêngavek pêşwazî kirinê, berev dubare aştîbûna niştimanî.

Wî got Rêkxistina Alîkarîya Neteweyên Yekgirtî jibo Iraqê (UNAMI) li ser alîkarî kirina hikumeta Iraqê berdewam bît bi merema çareser kirina alozîyên navxweyî û alîkarî kirina vezivirandina penaberan û kesên navxweyî welatî mişext bûyîne û herwisa di warê bipêşvebirina danustandinêt niştimanî jî.

Balyozê Amerîka Zalmay Xelîlzad yê ku li ser hêzên firehnijad li Iraqê zanyarî dane Civatê, îşaret da hejmarek nîşanên erînî di beroka parastinê da dinav da nizimbûnek berçav di hejmara kuştîyên sîvîl û Hêzên Hevalbenda da ji demê zêdekirina serbazan li meha yek sala buhurî destpêkirî.

Xelîlzad dibêje:"Arasteyek berçav ew kêmbûna êrîşên tîreyî û kuştinan e, ku herdu linav deverên Bexdayê zêdeyî 90% kêmbûne, ji meha yekve hetanî meha 12 ya sala 2007.

Ew meraq û rûtêkirine berçav bûye lê balyoza Rusya Vitaly Churkin huşdarî da ku çi garantî nîne ew rewşe berdewam bît. Wî got: " Ragihandina serkeftinê zû ye, çi garantî nîne ku ew kêmbûna alozîyan ku dinav vê raportê da îşaret pê hatîye kirin, dê di paşerojê da berdewam bin. Pêlên tundûtûjîyê ku di vê dawîyê da welat girtîne ber xwe nîgeranîyên me di wî warî de piştrast dikin."

Pêlên tundûtûjîyê roja duşembîyê berdewam bûn demê kesek xwekuj xwe li nêzîkî rêûresmek tazîyê li bajêrê Erebên Sunnî li bakûrê Bexdayê teqand û têda pitirî 20 kesan hatine kuştin û birîndar bûn.



XS
SM
MD
LG