Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nairobi şer û pêkdan çêbû li demê seredana Kofi Annan


Careka dî kiryarên tund û dijwar îro çarşembê hatine rûdan li Nairobi, paytextê Kenya, hevdem ligel seredana Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekgirtî birêz Kofi Annanku xwo berhev dikit jibo danustanindan ligel layanên sîyasî yên hevrik weku hewlek da domahîyê bi tengavîya welatî bînit.

Şer û pêkdadan li navbera piştevanên Bizava Demokratîk û polîsî da çêbû li demê rêûresmên tazîya rêzgirtinê bo dehan kesa dihate kirin, ewên li vê domahîyê hatine kuştin.

Polîsî gaza rondikrêj bi kar înan û xwenîşanderan jî polîs berbaran kirin.

Heta niha pitir ji 650 kesan yêt hatîyne kuştin piştî ragihandina encamên hilbijartinan li 27ê meha 12.

Rêberê rikeberîyê Riyala Odinga, serokê Kenya Muai Kibaki xetabar diket bi fend û fêlan di hilbijartinan da.



XS
SM
MD
LG