Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Yunanîstanê piştî 49 salan cara yekem bi rêyek fermî seredana Turkîye dike


Piştî danustandinên demjimerekê pitir ji wextê dîyarî kirî domandin birêz Karamanlis û hewtayê wî yê Turk Recep Tayyip Erdogan bi pêkenînve li pêşberî rojnamevanan amade bûn.

Birêz Erdogan girîng bûna wê seredanê dubare kir û got qonaxek nû di peywendîyên du alîyan de destpêkirîye.

Wî got "Îsal dê derfetên nû jibo pêywendîyên herdu welatan berdest biket û ew çaverê diket di warên leşkerî, pirsên aborî, bazirganî û kelturî da hevkarî bête kirin." Birêz Erdogan got herdu rêber dê kar bikin ku Deryaya Ege dinavbera xwe da vezivirînin berev deryayek ji aştîyê.

Wan herwisa pêgîrbûna xwe nîşan dan jibo kar kirin bi merema dubare bi serhevxistina girava Qubrisê ya dabeşbûyî. Lê gotin ew bizav dê bête ragirtin hetanî piştî hilbijartinên bêhên ku li ser pişka Qubrisa Yunanê ya wê giravê bi rêve diçin.

Birêz Karamanlis piştgirîya xwe jibo pêşnîyaza endam bûna Turkîyê di Yekîtîya Ewropa da dîyar kir û got: "Turkîye divîya rêk jê re bête dan ku têkelî Yekîtîya Ewropa bît demê wê hemî daxwazên pêdivî jibo endambûnê cîbicî kirin. Yek ji daxwazên herî girîng, sereder kirina rawaya Turkîyê ye digel kêmanîyêt navwelatî."

Serokwezîrê Yunanê got Turkîye divîye mafên temam jibo kêmanîya Yunanîyêt Ortodoks li wî welatî bi fermî nas biket û wî pêdagirte ser girîngîya dubare ava kirina xwendîngeha olî ya Ortodoks li Stenbolê.

Birêz Erdogan got kar li ser çareserîyan hatîne kirin û nîgeranîyên hikumeta xwe jî sebaret reftar û serederîya Yunanê digel kêmanîya Turk li wî welatî eşkera kir.

Dinav vê seredana destpêkî da tête çaverê kirin ku kêmek pêşveçûn li ser wan pirsan bêne kirin lê şîrovekarê sîyasî yê Turk Murat Yetkin dibêjî li demekê ku seredana herî dawîyê ya serokwezîrek Yunanê li sala 1959ê bûye, ev seredane xwedîyê girîngîyek mezin e û dibêje: "Ew seredane piştî 49 salan gelek girîng e, jibo min ew çende şikana hindek tabu û xalên neguhor e li sîyasetên Yunanê da. Ew nîşanek gelek girîng e ku pêywendîyên erênî linavbera Turkîye û Yunanîstanê di bilindbûnê de ne."

Ew seredane herwisa sengîyê dikete ser wan xalên ku hevkarî têde bête kirin, bi taybetî bazirganîya du-alîyane ya berev zêdebûnê. Li vê dawîyê hêlek veguhastina gazê dinavbera herdu welatan da hatîye vekirin.

Dinav seredana xwe ya sê rojî, birêz Karamanlis tête çaverê kirin dinav civînek aborî da li Stenbolê amade bit. Kur kirina pêywendîyên bazirganîyê weku pirsên sereke tête dîtin jibo alîkar kirina serkeftin bi ser dijminayetî di navbera herdu welatan da. Lê zêrevan huşdarîyê didin heta pirsên binêşeyî neyêne çareser kirin ew alozîyên heyî dê bimînin.

XS
SM
MD
LG