Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervez Muşerref dibêje divê hilbijartinên meha bê azad û rewa û aştîyane be


Serokê Pakistanê Pervez Muşerref dibêje hilbijartinên parlamanê li meha bêt divêt azad û rewa û aştîyane be heta tenahî li welatê wî bête cihbicih kirin.

Rêzdar Muşerref li Kombûna Aborîya Cîhanî roja pêncşembê got ew dê bi fermî tepeser kirinê bikit ser her bizava bête kirin bo têkdana hilbijartinên 18ê meha bêt.

Wî herwiha daxwaz ji welatan kir ku Pakistanê rawestînin bo nerawestandina standinên rojava sebaret mafên mirovan û azadîyên sivîl.

Li Kombûna Aborîya Cîhanî li Swîsra roja pêncşembî Wezîrê Derveyê Îsraîlê kardarîya cîhanê pal da û herwiha rêberên sîyasî gotî bo peywendîyên kardarî digel Îranê rawestîne.

Cêgirê serokî yê berê yê Amerîka Al Gore herwiha huşdarî da sebaret kêşeyên seqayê dinyayê ku berev xerabîyê ve diçit.

XS
SM
MD
LG