Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pitir Felestînî ji Xezze debaz dibine Misrê


Pitir Felestînî ji Xezze debaz dibine Misrê piştî milîtanêt Hamas buldozerek bi kar înay bo vekirina derîyeka nû ji dîwarê tixubî navbera Xezze û Misrê.

Polîsêt Misrî bersiv dave û teqe bi hewa ve nan da nehêlin Felestînî derbaz bibine Misrê di rêka Refeh ra.

Ev çende hate kirin piştî hêzêt Misrî dest bi dayêxistina tixubî kirî û muhletek danaye bo dayêxistina wê derîyê ku milîtanêt çekdarêt Hamas roja çarşembî bi peqandinekê vekiribû.

Bi sedan hezar Felestînî ewey hingî derbaz bûne Misrê bo kirîna kel û pelên pêdivî piştî Îsraîlê dor girtin li ser Xezze danay li heftîya buhorî.



XS
SM
MD
LG