Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbijardina berahî ya berbijarên Dîmokrat li South Carolina dête kirin


Helbijardina berbijarên Partiya Dîmokran bo serokatiya Amerîkî roja şembî li wîlayeta South Carolina dête kirin.

Li bîr û ra wergirtinên xeklê South Carolina xoya buye ku sînator Barack Obama li pêş sînator Hillary Clinton û sînatorê berî John Edwards dihêt. Obama, ku Amerîkî-Efrîqî ye, ji layê dengderên reş ve dête piştevanî kirin.

Nizîkî nîva dîmokratên ku mafê dengdanê hene li South Carolina Amerîkî yên Efrîqî ne.

Herwesa helbijardina berahî ya Partiya Komarî roja sêşembî li wîlayeta Florida dête kirin.

Li bîr û ra wergirtinên xelkî we xoya buye ku sînator John McCain û fermandarê berî yê Massachusetts Mitt Romney li pêşvey berbijarên komarî dihên li Florida.

XS
SM
MD
LG