Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Yekîtîya Efrîqa balê dikşîne ser îhtîmala jenosîdê li Kenya


Birêz Konare li roja yekşembîyê got ewî peyamek ji birêz Kofi Annanî wergirtibû; ewê karê navberîyê dikit jibo gehiştin bi rêkeftinekê da şerr û pêkdadanên çendîn heftîya bi domahî bînit. Ew şerre ewên ku bûyne egera kuştina 700 kesan û mişext bûna nêzîkî çaryek milyon mirovan li Kenya.

Birêz Konare naveroka peyama birêz Annanî aşkira nekir. Belê Sekreterê berê yê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî roja şembîyê gote peyamhinêran ewî zêdegavîyên bi awayekî rêkxistî li ser mafê mirovan dîtin li demê seredana wî bo Kenya û deverên şer lê hatibû kirin. Şervanên eşîretên bi şer hatin gotin hêrîş bi tîr û kevanan li ser yekûdu dikirin.

Birêz Konare bi zimanê Frensî digel wezîrên Efrîqa di axift jibo amadekarîya kombûna vê heftîyê ya bilind ya Yekîtîya Efrîqa û got nabit Efrîqa çavêt xwo ji trajedîya ewa li dewrûberê wan çêdibit bi niqînit û got:

"Êma ne tenê duwayî Rwanda sebaret bi jenosid didwên, êma mebest mane katek her kes bahs li jenosid dekat dest li destî yektir binên. Dibê ezmunê Rwanda çi bûbê, emro ewa berpirsyarî Yekîtîyî Efrîqa yekgirtuwa ke rûberûyî em hel û merce bibêt."

Birêz Konare huşdarî da herdu alîyan û got bi her halekê divîya hevrikî bi dommahî bêt bê dabeş kirina desthilatê. Çinku dabeş kirina desthilatê dê rê xwoş ket bo nexwoşîyên dî. Got:

"Çareserkirina tenya dabeş kirdinî desthelat da nîye yanî bilêt desthilat wek kêkek bibêt û dabeş bikrê, nexêr! eger piroseyî demokratîk heta serûkotayî dirêje bibêt û li kotayeke da kêkekey dabeş bikrê ewaye me qet aştî nabêt. Çunkî hemîşeyan û partî dîkey debin nerazimendan heye û hêjtaj bi qenaat negihêştibin."

Ew desteye bi rêveberîya cêgirê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû birêz Adebayo Adedeji û rexneka mezin li ser rêveberîya rêkxirawê hebû û ji wan rexna li rapera 200 ji wê raportê ku peywendî li navbera serokî û karmendên dî bi ne asayî nasand. Dîplomatên Efrîqayî ewên amade dibin bo kombûnên Yekîtîya Efrîqa dibêjin birêz Konare ture bû sebaret bi wê raportê. Belê aşkira kir ew xwo careka dî na hilbijêrit û got ew yê bêzar bûyî ji sîstemê rêkxirawekê serkeftin bo qet nebit û got:

"Bi awatim ka Komîsyonê nûwê serkewtî bê û serokeke jî her wetir. Êma pêwîst e helûmercî pêwîst damezirînin, balam bi em desturetey hemana boy nîye ka bîkeyn. Bi raşkawî delên pêwendî bi min nîye çunke be ronî gotuwime emin bijarek nîyim bo serlênûnab lewê desthelat nû bikimewa."

Çendîn şander di wê kombûnê da dibêjin weku berî niha çêdibît hilbijartin bihêne paşêxistin û karîgerî dê li ser konarî ket li postê xwe da bimînit. Wezîrê Derveyê Ethiopia Seyoum Mesfin gote Dengê Amerîka rexna desteka bilind ne li ser kesayetîya serokîye belê li ser lawaz bûna hemu sîstemî ye.

Kombûnên wezîra dê li roja duşembê berdewam bit û danustandina li ser hevrikî û girjîya sîyasî li navbera Ethiopia û hersê cîrana; Sudan û Somalya û Kenya ête kirin.

Serokêt welat û hikumetên Efrîqa li heftîya bêt bo demê sê rojan dê kom bin. Jiber xema asayîşê neşên navêt beşdarbûwêt kombûnê belav bikin. Belê karbidest çaverê dikin çi rêberên Efrîqayî beşdarî kombûna bibin.

Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon di kombûna destpêkê da roja pêncşembê gotarekê dê pêşkêş ket.

XS
SM
MD
LG