Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê dîplomatekê Amerîkî li mala wî ya li Pakistanê hate vedîtin


Polîsê Pakistanê ragihand ku termê dîplomatek Amerîkî li mala wî li
Îslamabada paytext hatîye vedîtin.

Desthilatdar dibêjin ew bi birîneka gullê mirîye. Karbidestên Pakistanî dibêjin ew lêvekolînê li ser wê serpêhatîyê diken lê we pê diçît ku wî xwo bi xwo kuştibit.

Ji layekî dî ve polîsên Pakistanê ragihand ku çekdarên nenyas bi deyan xwendevan li herêma şarîya bakûra rojava welatî revandîne.

Hêzên parastinê dormandorê xwendîngeheka amadeyî li bajarokê Bano li herêma tixuvîya bakura rojavayê girtîye.

Wezîrê Navxweyî Hamid Nawaz gote ajansên dengubasan ku çekdarên Îslamî nêzîkî 200 zarok revandî.

XS
SM
MD
LG