Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush di axaftina xwe ya salane de daxwaza piştevanîyê kir bo aborîyê û Iraqê


Serok Bush di gotara xwe ya salane ya dawi de ji qanundaneran xwest ku planeka çalak bi pejirînin bo vejandina aborîya Amerîka . Wî herwisa ji gelê Amerîka xwest ku piştevanîya rêbazen wî bo Iraqê bikin.

Rêzdar Bush got aborî ber bi pêvajoyeke nedîyar ve diçe. Wî got ew plana aborîyê ya ku vê dawîyê ji aliye her du partiyan hate eşkere kirin ku çalak e, “rêkeftineke baş e” û dê aborî pê geş bibe û dê bibe derfeta kar kirinê ji Amerîkîyan re.

Li ser babetên navnetewî jî rêzdar Bush piştrast kir ku kêşeyên li Iraqê hêjta berdewam in. Belê wî got zede kirna hijmara hêzên Amerîkî û Iraqîyan encamên wisa hebûn ku berî salekê kesî bawer nedikir ku pê tundûtûjî ewqas dê kêm bibe.


Wî soz da ku ew dê zora El Qaideya li Iraqê bibin û got vekêşana hêzên Amerîkî lazime zêdetir nebe.

Rêzdar Bush herwisa Îran gunehbar kir bi piştevanî kirina komeleyên milîtan li Iraqê, Libnanê û li nav erdên Felestînê. Wî got Welatên Yekgirtî dê şerrê gefeyên li dij hêzên Amerîkî bike û piştevanîya hevalbendên xwe bike û berevanîya berjewendîyên xwe yên li Kendava Faris bike.

Di bersiva Partîya Demokratik de fermandara Kansas Kathleen Sebelius xwest ku herdu partî bi hevre kar bikin da ku rola Amerîka li cîhanê jinûve dirust bikin. Wê got ji ber şerrê Iraqê “hevalbendên Amerîka kêmtir bûne û neyarên wê zêdetir bûne.”

Sebelius herwsa got pêdivî bi bernameyeke çalak kirina aborîyê heye lê belê ev dê nebe çareyek herdem.

Di axaftina xwe de serokî herwisa ji qanundaneran xwest ku dîsa ew program bi pejirînin ku desturê dide hikumetê bo bêy daxwaza ji dadgehan karibe çavdêrîyê bike li têklatîyên navbera xelkê linav Amerîka û herwisa têklatîyên bergumanên terorîzmê yên li derveyî welatî. Ev qanun ku dîsa neyê pejirandin roja înê dê muhleta wê temam bibe û jê û pêda hukmê wê namîne.

Bo guhdarî kirina zêdetir li ser vê babetê, nivîsa li jor bitiqînin.

XS
SM
MD
LG