Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nuneran plana serok Bushî ya li ser aborîyê pesend kir


Civata Nunerên Amerîka bi têkrayî dengan plana dinedan û pêşvebirina aborîyê ji alî serok Bushî ve ku 146 milyar dolaran digrîte xwe pesend kir.

Ew qanun ku roja sêşembîyê ji alîyê Civata Nuneran ve hate pesend kirin, dê vezivirandina bacê jibo pitirî 100 milyon malbatên Amerîka berdest biket ku ji 600 dolaran bigre hetanî 1200 dolaran digrîte xwe li gor da hate her malbatekê.

Senata Amerîka dê îro çarşembîyê behsê wê qanuna li ser dinedanên aborîyê biket û Demokratên nav Senatê 10 milyar dolarêt dî zêdetir pêşnîyaz kirîne jibo kesên bê kar û Amerîkî yên pîr û bi sal de çûyî.

XS
SM
MD
LG