Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li iraqê çar bergumanên terorîst hatine kuştin


Roja çarşembîyê Hêzên Amerîka û Iraqî dinav operasyonan da li navenda Iraqê çar bergumanên terorîst kuştine û alîyê kêm 18 jî girtine.

Bi dehan hezar serbazên Hevalbend li parêzgehên bakûrê Iraqê pişikdarî dinav wan operasyonan da dikin weku pişkek ji êrîşek berfirehtir ku li destpêka vê mehê hatîye birêvebirin.

Heftîya buhurî ew operasyone jibo Ramalîna pişka zahf li Musilê û derdorên wê hate ragihandin, piştî ku teqîneke mezin bûye egera kuştina zêdetirî 50 kesan.

Teqîn dinav avahîyekê da çêbû ku leşkerê Amerîka didete zanîn ji alîyê El Qaîde ve hatibû bikar anîn jibo embar kirina çek û maddeyên teqînê.

Li Bexdayê peyivdarê Wezareta Berevanîya Iraqê General Muhammed El Eskerî roja çarşembîyê gote rojnamevanan Iraq pêgîr e li ser paqijkirina Musilê ji milîtanên El Qaîde.

XS
SM
MD
LG