Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê li Misir û li Kendava Erebî bêy înternet mayîne


Xelk li Misrê û welatên Kendava Erebî ji destpêragihêştina bi înternetê bê par mayîne ku roja çarşembîyê gelek bi zehmet dikarîn pêywendîyê bi hêla înternetêve bikin, jiber wê zerara gihîştîye hêla înternetê li jêr deryayê.

Karbidest dibêjin têl û qabloyên înternetê dinav deryaya Medîterane (anku Deryaya Sipî) de li du cihan hatîye birrîn û bûye egera wê giriftê.

Sedema wê çendê hêjta ne xuyaye.

Şarezayên warê pêywendî girtinê dibêjin şîyana înterneta Misrê 70% nizim bûye.

XS
SM
MD
LG