Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi du hêrîşên cuda li Bexda bi kêmîve 64 kes hatine kuştin


Polîsêt Iraqê dibêjît bi du hêrîşêt cuda li bazarê terş û heywana li Bexda evro bikêmîve 64 kes hatine kuştin û pitir ji sedan hatine birîndar kirin.

Karbidest dibêjin bi hêrîşa jineka xwekuj ku xwe peqand evro bikêmîve 46 kes hatine kuştin û 82 yên dî birîndar bûn li bazara El Xezarîye li nîva Bexda ku eve ji demê şerrî were li Iraqê ev bazara hane gelek cara bûye egera hêrîşêt milîtanan.

Piştî 20 deqqa ji wê hêrîşê, hêrîşek dî hate kirin li bazareka başûra Bexda bi kêmîve 18 kes hatine kuştin û 25ên dî birîndar bîn.

Li heman dem jimara kuştîyên serbazêt Amerîkî li meha 1 bilind bî, belê her çende ev jimara hanê kêmtir bî ji sala borî.

Li du hêrîşêt cuda cuda li roja pêncşembîyê du serbazêt Amerîkî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG