Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî bilind yê El Qaîdeya bingeh li Afganistanê hatîye kuştin


Malpereke înternetê ya Îslamî û karbidestêt Amerîkî dibêjin rêberekî bilind yê El Qaîdeya bingehê wê li Afganistanê hate kuştin li Pakistanê.

Malperê înternetê bi navê El Îxlas ya ser bi El Qaîde ve peyamek belave kir li roja pêncşembîyê û têda dîyar kir ku Ebu Leyt'l Lîbî ku yek e ji rêberên bilind yên El Qaîde li Afganistanê, hate kuştin û li wê peyamê da Lîbî bi şehîd deynan û behs nekirin ka çewa mir.

Karbidestêt hikumeta Amerîkî dibêjin Lîbî hate kuştin bi hêrîşeka muşekêt esmanî li destpêka vê heftîyê.

Lîbî tête tewanbar kirin bi egera hêrîşa bombekirina bingeheka leşkerê Amerîkî li Afganistanê demê cîgirê serokê Amerîkî Dick Chaney li meha 2 ya sala buhurî li wê bingehê bî ku 23 kes hatibûne kuştin di wê hêrîşê da.



XS
SM
MD
LG