Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra Îsraîlê bi hêrîşekê jineka Îsraîlî hate kuştin


Desthilatdarên Îsraîlî dibêjin di hêrîşeke xwekujî da evro duşembî li bajêrokê Dîmona li başûra Îsraîlê jineka Îsraîlî hat kuştin û jimareka kesan birîndar bûyîn.

Karbidestên polîsê Dîmona Orî Barlev gotî du hêrîşbera xwo amade kiribî ku xwe bipeqînin lê yek ji wan berî encam dana hêrîşê teqe lê hate kirin û hate kuştin.

Ne eşkera ye ka kî berpirsyar e biramberî wê hêrîşê. Gropeka Felestînî ku hinek têkelî bi partîya Fetha serokê Felestînî Mahmud Abbas heye bi navê Ketayêb Şahid'l Aqsa berpirsyarîya xwo biramberî wê hêrîşê ragihand lê jêdereka dî ya Felestînî desthebûna wê gropê red kir.

Çend demjimêreka piştî hingî Îsraîlê hêrîşeka asmanî kire ser bakura Xezze û çekdarekî bilindê Felestînî di wê hêrîşê da hate kuştin.

XS
SM
MD
LG