Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran yekem muşeka lêgera xwe avêt asmanê


Roja duşembîyê Îran yekem muşeka lêgera xwe avêt asmanê ku şîyana veguhastina yekem satelayta bo xweçêkirîya Îranê bo nav valahîya asmanê heye.

Televîzyona fermîya Îranê serokkomar Mahmud Ahmedînejad nîşan da demê hejmara berevajîya avêtina muşekê destpêkirî û piştî hindê wêneyên muşekê belav kirin bi navê lêgera yekê ku berev asman diçû.

Rêberê Îranê ew kare pêngavek berev bi xizmet kirina mirovatîyê û pêşveçûna Îranê da zanîn. Karbidestên Îranê gotin demûdezgehên nû yên asmanî li ostana Semnanê li bakûrê welatî dê bîte bikaranîn jibo avêtina satelayta bi navê ''Umîd" berev valahîya asmanê ku sala bêhêt zû dê bête cîbicî kirin.


XS
SM
MD
LG