Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama, Clinton û McCain di hilbijartinên roja sêşemê de serkeftin bi destve înan


Ji Partîya Demokrat Hillary Clinton û Barack Obama di hilbijartinên pêşîn û "caucuses"an da roja sêşemê ku wek "Super Tuesday" tê nasîn serkeftin û ji Partîya Komarî jî John McCain serkeftinek gelek girîng bi destve înaye li hember du hevrikên xwe Mitt Romney û Mike Huckabee.

Senatorê Arizona John McCain li New York, New Jersey, California û çendîn wîlayetên din yên girîng serkeftin bidestve îna.

Li layê Demokratan Senator Hillary Clinton û Barack Obama serkeftin di berîkanîya Partîya Demokrat da li çendîn wîlayeta, lê belê çi ji wana cudahîyeka mezin pêşnekeftîye.

Xanim Clinton li heyşt wîlayetan serkeft û ji wana du wîlayetên serekî California û New York in ku nunera wîlayeta New York diket di Kongresî da, herwisa li Arizona, Arkansas, Massachusetts, New Jersey û Oklahoma û Tennessee.

Birêz Obama li 13 wîlayetan serkeftin îna; wîlayeta serekî Georgia ye û wîlayeta Ilinois ku nunerayetîya wê diket li Kongresê, herwisa li Alabama, Colorado, Connecticut, Delawer, Idaho, Kansas û Minesota, Misuri, Dakota Bakûr, Utah û Alaska biserkeft û hêjta jimartina dengên Demokratan berdewam e li wîlayetên başûr, rojava û New Mexico.

Duhî sêşembî mezintirîn dengdan ya hilbijartinên pêşîn yên serokatîya Amerîkî di navbera berbijarên herdu partîyên Demokrat û Komarî da hatibû kirin li pitir ji 20 wîlayetan.

Berbijarêt serokatîya Amerîka ji Komarîya û ji Demokratan dinav hawarêt piştevanêt xwo da li wîlayetên xwo duhî sêşembê gera serekî ya hilbijartinên pêşîn kirin li seranserî Amerîka.

Senatorê Arizona John McCain gote piştevanên xwo divîya em li ser wê hizrê bin ku ez rêberayetîya berbijarên Komarî dikim bo serokatîyê belê fermandarê berê yê wîlayeta Arkansas Mike Huckabee û fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney soz da berdewam bin di berîkanîyê da piştî ku serkeftin li çendîn wîlayeta înanîn.


XS
SM
MD
LG