Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Turkîye qedexe kirina li ser liserê xwe kirina dersoka Îslamî rakir


Parlamana Turkîyê destkarî kirin û serrastkirina desturî pesend kir da ku qedexe kirina bi dehan salan li ser liserê xwe kirina dersoka Îslamî linav zankoyên wî welatî da raket.

Dinava dengdanekê da îro pêncşembîyê zû wê biryarê 2/3 dengên nav parlamanê qazanç kir ku pêdivî bû hetanî ew biryar bibîte qanun. Dengdana duwê û ya dawîyê jî hatîye dîyar kirin roja şembîyê birêve biçît.

Dinav vê serrast kirinê de hatîye çi kesek nabît ji mafê xwe ya xwendina bilind bête bêpar kirin weku îşaretek jinên Misilman ku nikarin biçine nav klasên xwandinê eger dersok li serê wan bin.

Partîya desthilatdar ya Dad û Geşepêdana Turkîye û partîya bizava neteweperwerên Turkîyê piştgirîya wê biryarê kirin.

Wê biryarê herwisa piştevanîya serokkomarê Turkîye Abdullah Gul jî qazanç kir yê ku got zanko divîya li hember bawer û dîtinan vekirî bimînit.

XS
SM
MD
LG