Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derveya Amerîka digel Wezîrê Derveyê Brîtanya çûne seredana Qandahar li Afgainstanê


Wezîra Derveya Amerîka xanim Condoleezza Rice û Wezîrê Derveyê Brîtanî David Miliband bi seredaneka ne ragihandî gehêştin herêma Qandahar ya pirî tundûtûjîya Afganistanê, îro pêncşembîyê.

Xanim Rice got ew hatine Qandahar çinku wan divîya ji Kabula paytext derkevin û herêmeka pirîçalakî bibînin.

Bi alîyê xwe ve birêz Miliband got destûdarê herêmê û cihê wê di dîrokê da egereka berketî bû û em seredana vê herêma derveyî paytextê Afganî bikeyn.

Berî hingî xanim Rice gotibû rojnamevanan pêdivî bi jimareka zêdetir ya Afganîyan heye pişikdar bin di Hêzên Hevpeymana da bo şerrê dijî xirabkaran.

Duhî çarşembî li Londonê xanim Rice got Hêzên NATO li pêş taqî kirineka rast û dirust in li Afganistanê û divêt endamên hevalbendîyê pişikdarîyê bikin di erkê şerran de dijî Talîban.

XS
SM
MD
LG