Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice û Miliband red kirin ku stratejîya tena kirina Afganistanê bisernekeftîye


Herduwa roja pêncşemê li Kabulê di konferanseke rojnamevanî da gotin ku kiryara hêzên NATO û Afganî li Afganistanê pêşketinê dikin, belê ne bi temamî. Wan piştî kombûnê digel serokê Afganî Hamid Karzai axift.

Xanim Rice gotî ew hêvîdar e ku welatên endamên NATO bêtir serbazan amade bikin bo hinartinê bo Afganistanê, belê Hêzên Hevalbenda gehêştî wê heddê bo şikandina Talîban. Wê herwiha got xelkê Afganistanê dijî xerabkarên Talîban e.

Serokê Afganistanê Hamid Karzai pesna welatên endamên NATO kir yên ku serbaz hinartine Afganistanê.

Hersê rêber piştevanîya pêşnîyaza pêşvenêrê taybetê Neteweyên Yekgirtî bo Afganistanê bo harîkarîya jinûve ava kirina welatî dikin.

XS
SM
MD
LG