Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muqtada El Sadr ferman da milîtanên xwe ku pêgirtinê bi şerragirtinê bikin


Wî ev ferman da piştî ku hêzên Amerîkî û Iraqî hêrîş birine ser vê grupê li Bexda.

Ofîsa Sadr li bajarê Necef roja pêncşemê belavnameyekê belav kir û têda dibêje her milîtanê yê ku dest û pêwendî di tundûtûjîya da hebe di wê rêkeftinê de nema îdî pişkek e ji grupa Leşkerê Mehdî.

Roja pêncşemê hêzên Amerîkî û Iraqî hêrîş kirin ser çend malan li bajarê Sadr li Bexda.

Leşkerê Amerîkî dibêjît serbaza yek xerabkar kuştî û 15 yên din jî girtin û çend kesên sivîl jî birîndar bûn.

Leşkerê Grupa Mehdî dibêjin hêrîşê bikin ser hêzên Amerîkî û Iraqî jibo revandin û kuştina Iraqîyan.

Qumandarê Amerîkî got ew dê berdewam bin li ser hêrîşên li ser Leşkerê Mehdî ku heger li dû peyman û rêkeftina Sadr neçin, sebaret şerragirtinê.

XS
SM
MD
LG