Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scotland Yard dibêje Bhutto bi peqîna xwekujî hatîye kuştin, ne bi gulleyê


Lêkolevanên Brîtanî yên dezgeha Scotland Yard gihîştine wê encamê ku hêza teqîna hêrîşa xwekujî li Pakistanê, bûye sebebê kuştina Benazir Bhutto, serokwezîra berê ya vî welatî, ne ew gulleya ku berî peqînê lê ketibû.

Raporta lêkolevanên Brîtanî ku îro hate belav kirin piştevanî li ruwananên hikumeta Pakistan dike li ser çewanîya kuştina xanim Bhutto û ruwananên rêberên opozîsyonê red dike.

Di raportê da hatîye ragihandin derba teqînê ya ku serê xanim Bhutto brîndar kirîye bûye egera mirina wê.

Lêkolevanên Brîtanya zêdeyî du hefteyan li Pakistanê kar kirin li ser daxwaza serokê Pakistanê Pervez Muşerref.

XS
SM
MD
LG