Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Robert Gates seredana Iraqê diket


Wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates bi seredaneka ji nişkî ve roja yekşembî çû Bexda bo kombînê digel komandarên leşkirê Amerîkî û rêberên Iraqî.

Gates gehişte paytextê Iraqê piştî pişikdariya wî li konferanseka parastina nêvneteweyî li Elmanya.

Seredana wezîrê berevanî yê Amerîkî bo Iraqê salekê piştî hinardina 30-hizar serbazên dî yên Amerîkî bî bo Iraqê.

Gates got ew hîvî dare li vê salê jimara serbazên Amerîkî li Iraqê bête kêm kirin.

XS
SM
MD
LG