Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî li Moskow e jibo mor kirina rêkeftinekê li gel Rusya


Îro duşembî wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî li Moskow e jibo mor kirina rêkeftinekê li gel Rusya li ser labirdina pişkeka mezin ji qerzên Iraqê.

Birêz Zebarî duhî yekşembî gote peyamhinêran herdu alî dê li ser hevkarîyên di hemî waran de bi axivin, ji wana; aborî û tenahî.

Çaverê ye Rusya 90% qerzên Iraqê labidet ku nêzîkî 13 milyar dolara ye ku eve qerzên kombûyîn li ser demê Sovyetî ve.

Rusya li dûv rêkeftina sala 2004ê diçit ku jimareka welatan nasyan bi fermana Parîs ewên razî bûn li ser labirdina 80% ji qerzên Iraqê da harîkarîya wan bikit di jinûve ava kirina welatê xwo, ewê şerrî wêran kirî.

Di vê seredanê da çaverê ye Wezîrê Derveyê Iraqê ligel hevberê xwo yê Rusî Sergey Lavrov û karbidestên dî kom bibit.


XS
SM
MD
LG