Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Partîya Demokrat Barack Obama di hilbijartinên berahîyê de li Maine serkeftin bi destve îna


Senator Barack Obama duhî yekşembî serkeftin îna di kombûna berbijarîya serokatîya Partîya Demokrat da li wîlayeta Maine li bakûra rojhilata Amerîka.

Li derenga roja yekşembê hemu bingehên dengdanê encam raport kirin ku Barack Obama bi rêjeya 59% beramber 40% serkeftin bi ser sînator Hillary Clinton tomar kir.

Obama herwisa li hilbijartinên berahîyê yên roja şembî li wîlayetên Louisiana, Nabraska, Washington û Giravên Virgins ku herêmeke Amerîkî ye, bireve, 4/5 serkeftinên wî ji rêjeya 20% an zêdetir bûye.

XS
SM
MD
LG