Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa saxlemîyê ya serokê Timora Rojhilat Jose Ramos-Horta hêjta giran e


Serok Ramos Horta evro bi firokê gihande bajêrê Darwin li bakûra Austuralia bo çareserkirinê, piştî serbazên serhildayî teqe lê kirî û gulle bi zikê wî keftîn, di hêrîşekê de vê sibêdê li avahîyê serokatîyê.

Li Darwin diktor dibêjin serokê yê neheş bûyî û li jêr dezgehêt helkêşana hewayî ye lê dibêjin destûdarê wî yê tena ye.

Herwisa wan çekdaran teqe li otomobîlekê kir ku serokwezîr Xanana Gusmao têdabû belê çi bi serê wî nehat. Di konferanseka rojnamevanî de rêzdar Gusmao soz da ku tenahîya welatî vegerînteve û got hikumet rêkê nadete çi komelêt çekdar ku bizava wergeranekê biken.

Ev bizava kuştinê bû egera alozîya xelkê wî welatî û hindek ji wan di xema peyda bûna zêdegavîyan da ne ku careka dî destpêkineve.

Peyivdareka Neteweyên Yekgirtî li Timora Rojhilatê Alison Cooper dibêjît heta nûke destûdarêt tenahîyê baş e.

Rêberê bizava kuştinê Alfredo Reinado di wê hêrîşê da hate kuştin. Ev serokê berê yê polîsan hatîye xetabar kirin bi şerê navbera hêzê serhildayan û polîsan li sala 2006ê.

Di wan zêdegavîyan da bi hezaran kes derbeder bûn û bû egera ku hêzeka aştîperezan biçîte wêrê ji hêzêt Austuralî, New Zelandî, Portugalî û Malêzî.

Serokwezîrê Austuralia Kevin Rudd dibêjît welatê wî dê pitir hêzêt leşkerî û polîsan hinêrît bo piştevanîya 800 serbazêt wê yêt dî ji hêza tenahîyê ya navnetewî û dibêjît:

"Di vî wextî da Austuralia dê piştevanîya Tîmora Rojhilatê ket di wextê alozîyê da di rêka demokrasîya wan da. Hêza Tenahîya Navnetewî avahîyêt serekî parastîne û hêzêt xwe pitir belav kirîne dinav bajêrê Dili da, herwisa li deverêt dî yê Timora Rojhilatê. Niha destûdarêt parastinê yê baş e belê îhtîmala gohrîneka demûdest heye."

New Zeland dibêjît wê jî hindek hêz amade kirîne. Rêzdar Ramos-Horta navdarekî serekî bû di bizava dijî desthilata Endonezya da ku li sala 1999ê bi domahî hatî, piştî dengdan bo serxwebûnê hatîye kirin. Wî xelatê Nobel yê aştîyê wergirtibû li sala 1996ê.

XS
SM
MD
LG