Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên parlamanê Iraqê qanuna baca sala 2008 derbaz kirin


Endamên parlamanê Iraqê baca sala 2008ê derbaz kirin piştî çend heftîyan ji paşxistinê û gefa helweşandina parlamanî.

Îro çarşembî parlamanê Iraqê baca 48 milyar dolaran pesend kir û herwisa du qanunên dî; qanuna lêxoşbûna giştî ku bi hezaran girtîyan azad dikit û qanuna parêzgeha.

Rojekê jiberî biryarê bi dehan endamên parlamanê Iraqê ji kombûnê derkeftin piştî rêknekeftîn li ser pesend kirina baca sala 2008ê û hindek kêşên dî yên serekî. Jiber wê vekêşanê kombûna parlamanî hate helweşandin.

Serokê parlamanî Mahmud'l Meşedanî gotîye ew dê bizava bikit eger bilez çareserîya vê kêşê nehate kirin.

Endamên parlamanî bo demên çend heftîyan miştûmirî kirin li ser baca 48 milyar dolaran. Layanên dinav parlamanî da rêknekeftin li ser girêdana kêşa bacê ligel kêşên dî.

Erebên Sunnî daxwaza lêxoşbûna giştî dikin, Erebên Şî'a daxwaza qanuna parêzgeha dikin li demê Kurd daxwaza rêja 17% ji bacê dikin bo Herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG