Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnanî kom bûne ku bîrhatina xwo dîyar bikin li ser kuştina Refîq Herîrî


Rêberê Hizbullah Hesen Nasrillah dibêjitin ew amade ye şerî bikitin dijî Îsraîlê piştî kuştina Îmad Mexnîye

Piştevanêt hikumeta Libnanê salvegera sêyê ya kuştina serokwezîrê berê Refîq Herîrî bi bîr anîn demê ku partîya serekî ya rêkeber grupa Hizbullah behîya rêberekî xwe daynayne.

Evro bi dehan hezaran xelk kom bûn û alayêt Libnanê helgirtin di kombûneke de ya bo bîrhatina kuştina serokwezîrê berê Refîq'l Herîrî li sala 2005ê ku bî egera rabûna xwenîşandanêt nerazîbûnê li dijî Surîya. Ev çende bûbû egera bervekêşana hêzêt Surî ji Libnanê.

Jimareka gotar hatin pêşkêş kirin ji layê rêberêt Libnanê ku jimarek wan gotara li dijî Surîye di axiftin û rêberên Libnanê Surîye tawanbar dikin bi desthebîna di kuştina Refîq Herîrî da, belê Dîmeşq wan îddîayan red dikit.

Ji alîyekî dî ve grupa milîtanêt Şî'a Hizbullah tazîya Îmad Mexnîyê deyna ku Mexnîyê hate kuştin bi otomobîleka bombekirî li Surîye li şeva sêşembîyê.

XS
SM
MD
LG