Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice ji Sirbîya xwest ku serxwebûna Kosovoyê qebul bike


Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice dibêje ew hîvîdar e ku Sirbîya biryara Kosovo wek welatekî serbixwe qebul bike û pêşveçûnê biket bo pêtir têkelîyên digel Ewropa.

Bi berfirehî tête çaverê kirin Amerîka têkelî hevalbendên Yekîtîya Ewropa bit li ser fermî nas kirina serbixweyîya Kosovo eger bêt û ew bi fermî bête ragihandin.

Herwisa Rice şîretan didete Sirbîya ku bi tundî dijberî hindê ye ew herêma bi piranî Albanî ji dest bidet û wê rewşê wekî heyî qebûl biket û bipejirînet.

Demê roja çarşembîyê li pêşberî Komîta Pêywendîyên Derve ya Senatê amade bû dinav civînekê da sebaret butceya karûbarên derve ya Amerîka, Rice got yekdengîya temam digel Ewropa di rêkê da heye li hember Sirbîya eger bêt û pirsa Kosovo bête çareser kirin, proseyek ku wê got jibo Belgradê hêsan nabit û got:

"Ewe dizanim ew maweya dibête maweyekî zor quris bo xelkî Sirbî we ewey Welatî Yekgirtuwekanî Amerîka dêyka dewêy debêt destî hewrêtîyan bo dirêj bikat û pêyan bilêt ke çarenusî Kosovo çareserekanî rêga didin bi Sirbîyekan berew pêş biçin û duwatirîj karek bikin ke pêwîste bikrêt."

Rêveberîya Bush plana nunerê Neteweyên Yekgirtî Martti Ahtisaari, serokê berê yê Finlandê pesend kirîye jibo serbixweyîyek sergêrî kirî jibo Kosovo û dinav Kongresa Amerîka da piştgirîya herdu partîyan jibo wê sîyasetê heye.

Lê dinav civîna roja çarşembîyê da senatorê Komarî George Voinvoich ji wîlayeta Ohio gote xanim Rice ew nîgeran e ku Kosovoyek serbixwe dûr nîye jêrxana pêdivî bo serxweyîyek domdirêj nebit û got:

"Min zor zor nîgeranim Xanim Rice sebaret be ewey ke le wê rû didat. Leber ewêy nîşaney narohn werdegrim. Wa bîr dekem we pêydeçê danewêt serbixweyî xoyan rabigihênin. Yekîtî Ewropa legel ewe da ye û balam zor li ewe detirsim ke jêrxane û planey bahs li ser kirawe û dareşrewekan be qeder ew nebêt ke karekey bê cêbecê bikrêt we eger bêt û ewe la rê dabiruwat min pêm waye wek çon êwe dizanin debête giriftekî rasteqîne le amancî ême da be mebestî hênanî ew beşe cîhan bo naw Ewropa."

Rice gote Voinovich rêveberîya Bush di du kombûnên astê bilind da li ser Kosovo hebûyne û danûstandinên berfireh digel hevalbendên xwe yên Ewropî kirîne ku veguhastina berev serbixweyîya sergêrî kirî hindî dikarît bi nermî bête cîbîcî kirin.

Wê got Yekîtîya Ewropa hêzek polîs û desteyek dadvanîyê dihinêrîte wê derê ku piştgirîya serbazên NATO biken jibo berdest kirina parastinê û herwisa berevanî kirin ji maf û bingehên olî yên Sirbî yên kêmanî li Kosovo wezîfa herî destpêkî ye jibo hemî alîyên pûtê bi wê pirsê dikin.

Rice herwisa gote Voinovic wê bixwe digel NATO kar kirîye ku endametîyê dinav hevpişkîya jibo aştîyê ya hevalbendan bo Sirbîya pêşnîyaz biken, herçend pirsên gunehbarîyên şerî yên Sirbîyên Bosnia ji alozîya Balkanê hêjta bi berfirehî mayîne.

XS
SM
MD
LG