Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjît Mugabe Zimbabwe wêran kirîye


Alozîya sîyasî li Zimbabwe dinav yekem seredana serok Bush bo Efrîqa pênc salan berî niha pirsek mezin bû. Birêz Bush serokê Efrîqaya Başûr Thabo Mbeki weku navberkarek rast û dirust di bimbesta sîyasî ya navbera serokê Zimbabwe Robert Mugabe û neyarên wî dinav bizava alîgirê demokrasîyê di welatî da hembêz kir.

Birêz Mugabe niha dixwazît dinav hilbijartinên meha bêt da manewa xwe ya 28 salan di posta serokatîyê da berfireh biket.

Opozîsyon bisernekeftîye ku dinav bizavek yekgirtî da hemî serî hev bibin. Rikeberê herî micîd yê Mugabe Simba Makoni endamek berê yê partîya wî xwe ye.

Serok Bush dibêjît Amerîka dê berdewam bit li ser piştgirî kirina azadîyê li Zimbabwe û birêz Mugabe mehkum kir weku dîktatorek bê îhtîbar ku bedbextî û hejarî jibo xelkê xwe anîye.

Dinav hevpeyvînekê de digel peyamhinêrên radyoyê li Seraya Sipî ji alîyê Dengê Amerîka ve sebaret nizim bûna astê aborîya Zimbabwe ji birêz Bush pirsyar hate kirin û wî got:

"Zimbabwe le pêşda xwardinî denarde derewa emro xwardin le derewa dekirêt. Mugabe welatêkî wêran kirduwa."

Rêjeya bêbuhabûna diravê fermîyê Zimbabwe ku pêş wext di astê herî bilindê cîhanê da bû, niha bilindtir bûye û gehiştîye pitirî 66 hezar ji sedê. Kontrol kirina buhayan ku meha şeş ya buhurî hate ragihandin karîgerîyek kêm hebû di welatekî de ku kêmasîyek tund ya xwarin û sutemenîyê berev rû ye ku rêjeya bêkarîyê têda nêzîkî 80 ji sedê ye.

Rexnegir serok Mugabe tometbar dikin bi xelet rêvebirina aborî û serederîya bê hêz digel dagir kirina zewî û zarên bazirganî yên xelkê sipî xwedîyê wanin.

Birêz Mugabe sabotaj yan xirabkarîya bi mebest ji alîyê hikumetên rojavayî ve bi sergêrîya Britanya serzeniş diket.

Stephen Morison hevserokê programa Efrîqa ye li Navenda jibo Vekolînên Stratejî û Navnetewî ku grupek taybet ya vekolîna sîyasî ye li Washingtonê. Ew dibêjît biryara serok Bush ya alîkarî wergirtina ji rêberê Efrîqaya Başur jibo guhorîna sîyasetên Zimbabwe bi sernekeftîye û dibêjît:

"Le salî 2003 le kotayî seredaneke da mêvkî rolek le Zimbabweyî pêsipêndira û elbeta ême êsta ke berew helbijatinekey mangî sê deçîyn we ewe bi watayî ewe ye, weku êsta ku debîynîn mêbikekî hîç bi destî nehînawa le barî barîkawa sebaret be ewa."

Serok Bush gote rojnamevanan ew bi hîvî bûye liber ku rewş li Zimbabwe ji demê yekem seredana wî jibo Efrîqa pêda xirabtir bûye û dibêjît:

"Min bi hîwa bûm hikumetî Efrîkayî Başûr karîgertir bûwaye li nav bijî kirdinî bo yarmetîdanî merdubî Zimbabwe. Ew dij bi kes nîye, legel hevwelatîyan da ye we ewej hêjta mawe encam bidrêt."

Hatîye dîyar kirin serok Bush roja eynî berev bi Efrîqa bi rê bikevît û li Benin, Tanzania, Rwanda, Liberia û Ghana jî peya bit.


XS
SM
MD
LG