Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush seredana xwe bo Efrîqa dest pêkir


Serokê Amerîkî George Bush seredana xwe bo pênc welatên Efrîqî dest pêkir û roja şembî çû Benînê.

Serok Bush bu demekê kurt digel serokê Benînê Thomas Bonî Yayî kom bû berî seredana xwe bo Benînê bi dumahî bînit û biçîte Tanzanya.

Li demê seredana xwe serok Bush basê kêşeya Kenya kir û got seredana wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice bo Nayrobî roja duşembî nîşaneke ku Washingtonê divêt herdu alîyên pişkdar li kêşeya Kenyayê bigehine rêkeftineka dabeş kirina desthelatî bo bi dumahî înana tondûtîjî li wî welatî.

Serok Bush herwesa seredana Rwanda, Gana û Lîberya diket.

XS
SM
MD
LG