Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîyê kom bû li ser ragihandina serxwebûnê ji alî Kosovo ve


Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî kombûneke ne asayî li derenga roja yekşembî kir piştî Kosovo serxwebûna xwo ji Sirbîya ragihandî.

Rêberên Sirbîya ev kiryare bi kiryarekî ne qanunî danan.

Nunerên Brîtanya, Fransa, Xirvatistan, Belçîka û Îtalya û Almanya û Welatên Yekgirtîyên Amerîka li Neteweyên Yekgirtî di beyannameka hevpişk de gotin Kosovoya serbixwo dê li jêr çavdêrîya Neteweyên Yekgirtî da bimînit û ev bijare tbi enê berdewamîyê didete tenahîya deverê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban-Ki moon daxwazî ji hemu alîyan kir ku çi kiryara yan gotina nekin ku bibite cihê metirsîyê li ser aştîya deverê û got şandeyên Neteweyên Yekgirtî dê berdewam bin di rêveberîya deverê da.



XS
SM
MD
LG