Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê di hêrîşa bo ser karwaneka leşkerî ya Kanadî da bi kêmîve 35 kes hatin kuştin


Ev bûyer qewimî rojek piştî kujrana pitir ji 100 kesan li hêrîşeka xwokujî her li wê herêma Qandahar ya başûra welatî.

Karbidest dibêjin nêzîkî 27 kes di wê hêrîşê de birîndar bîn ku bi kêmîve sê ji wan serbazên Kanadî bîn.

Ew hêrîş li bajarokê Spînbuldak li nêzîkî tixubê Pakistanê çêbî.

Her evro fermandarê Qandaharê Esadullah Xalîd got jimara kuştîyên hêrîşa duhî bi kêmîve gehîştîye 100 kesan.

Xalidî Talîban bi encamdana wî hêrîşî gunehbar kir lê bizava Talîbanê vê gunehbar kirinê red diket.

XS
SM
MD
LG