Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên herêmên cudayên Yekîtîya Sovyeta berî dibêjin ragihandina serxwebûna Kosovo dê bibîte panereka nû bo bizavên wan


Rêberên herêmên cuda gotin dê ew bibîte panereka nû bo bizavên wan yên dehan salan bo bidestve înana pênasîna navnetewî.

Herêmên Abxazya û Ossetya Başûr yên cûda bûyî ji Gurcistanê û herêma Nagorno-Qarabax ji Azerbaycanê û Transnistria ji Moldova, hemîyan li salên 1990an serbixwebûna xwo ragihandîye lê ji layê civata nêvnetwî ve pênasîn bi wan nehatîye kirin.

Serokê Abxazya Sergei Bagapsh û serokê Enstîtuya Başûr Edward Kokoity herdu roja yekşembîyê got li va zûya dê daxwazê li Rusyayê û rêxistîya Commonwealtha Welatên Serbixwo ku komarên Sovyata berî bixweve digrêt û Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî diken, da bi fermî pênasînê bi serbixwobûna wan biken.

XS
SM
MD
LG