Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hilbijartinên Pakistanê partîya ser bi Pervez Muşerref e  berev  rûyê şikestek mezin hatîye


Partîya Komkara Misilman ya desthilatdar ku ser bi serok Pervez Muşerref e berev rûyê şikestek mezin hatîye di demekê de ku dengder dengê xwe didine herdu partîyên opozîsyonê.

Li gor derencamên ne fermî yên îro sêşembîyê zû, partîya serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Şerîf li pêşîya Partîya Gelî ya Pakistanê ye ku partîya Benazir Bhutto ye, wê dawîyê hate kuştin.

Kandîdayên naskirî yên ku kursîyên xwe ji dest dan, serokê partîya desthilatdar Çadirî Şucaat Husêyn û wezîrê labirî yê rêka asinî Şêx Reşîd Ahmed digirîte xwe.

Ajansa dengûbahsên Fransa raportê dide ku alîgirên opozîsyonê keftine ser şeqama nû û dinav diruşmên xwe da navê Şerîf û Bhutto dînin.

Peyivdarekê partîya desthilatdar yê bi navê Tariq Ezîm zanyarî dan ku herdu partîyên rikeber serkeftinek mezin bi dest anîne.



XS
SM
MD
LG