Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Yekgirtîyên Amerîka Kosovo nas kir


Bi fermî nas kirina Kosovo ji alîyê Amerîka ve tiştek cihê sersormanê nebû liber ku rêveberîya Bush bi giranî piştgirîya plana sala borî ya nunerê Neteweyên Yekgirtî Martti Ahtisaari kir ku ew wîlayeta Sirbîya serbixweyîya li jêr sergêrîya navnetwî bistînît.

Dinav daxuyanîyek nivîskî de ku piştî ragihandinên naskirinê ji alîyê çendîn hevalbendên Ewropî yên Amerîka ve hate belave kirin Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice got serbixweyî tenê mijara hejîye jibo seqamgirîyê ku arasteyî wê herêma bi dîroka aloz ve bête kirin.

Rice ew têbînîye ji alîyê Rusya û alîyên din ve red kir ku serbixweyîya Kosovo dê bizavên din yên cudaxwazîyê dine bidet demê gotî ew çende nikarît weku destpêkek jibo cihên din bête dîtin. Wê got rastîyên têkelîhev û bihevre girêdayî û ne edetî yên nav dîroka vê dawîyê ya Kosovo dinav da paktaw kirin û ramalîna nijadî dijberî kêmanîya Albanî li cihên din nehatîye dîtin û ew rastî pirsa Kosovo dikine dosyayek taybet.

Her di vî demî da Rice dostanîya Amerîka digel Sirbîya û Belgradê jî dubare kir yên ku bi tundî dijberî serbixweyî, yên nav Amerîka ji wan dixwazît ku digel Amerîka û hevalbendên Yekîtîya Ewropa kar bikin li ser armancên hevpişk, dinav da parastina kêmanîya Sirbî yên Kosovo.

Dinav konferansek telefonî da digel rojnamevanan cîgirê Wezîra Derve jibo karûbarên sîyasî Nicholas Burns pêdagirte ser berjewendîya Amerîka di pêywendîyên baş digel Sirbîya û alîkarî kirina Belgradê ku paşerojekê digel Ewropa peyda biket di demekê da ku pêywendî yên dîplomatîk dinavbera wan da piştî alozîya salên 1990an pêkçûye û dibêje:

"Êma Sirbîya wek beşek le Ewropa çaw lê dikeyn û deyzanîn ke Balkan duwayîn beşî Ewropa ye ke berjewendîyekanî kotayî serdemî şerî sardî li warekanî aborî û sîyasî pênegihîştîwa. Yugoslavya debuwaya lêk helweşî, wa jî lê hatuwa û em duwayîn beşey Yugoslavîy pêşu ya. Ew rastîyej ku Kosovo êsta bête azad û serbixwo. Êsta hêwadar in xelkî Sirb, Kosovo, Bosnîyekan, Montonegroyekan, Krowatekan, Albanî, Makedonîyekan hemuyan bituwanîn berew dahatuyek le Ewropa bi ruwanin û ewîj Yekîtîyî Ewropa û NATO ye."

Burns got Rice li Efrîqa digel serok Bush roja yekşembîyê telefona serokê Sirbîya Boris Tadic kirîyne ku wê helwestê dubare bikin û herwisa digel Wezîrê Derveyê Rusya Sergei Lavrov axaftine, kesê ku hikumeta wî serbixweyî ya Kosovo weku bizavek neqanunî binav kir.

Cîgirê Wezîra Derveya Amerîka got rêveberîya Bush bi rêzva berê xwe didete Rusya û dereng xistina naskirina fermî ya Kosovo da ku rêkê bidete danustandinên pitir li navbera Sirbîya û Kosovo da. Bi sergêrîya Moskow, Amerîka, Yekîtîya Ewropa ku bi "Troika" hatîne naskirin.

Wî got demê ew danustandin sala borî bisernekftin demê hindê bû ku berev fermî naskirinê pêşda biçin, lê wî çaverê nekir çi kelênê di bin şehî dinavbera wan û Moskowê da pêk bên ku kar bikete ser herêmên din yên hevkarî kirina Rusya û Amerîka û got:

"Bo welatanî delên em be resmî nasîne be curek cîgayî hepesan yan ema hengawekî dirust û sîyasî we yan qanunî nîye, eme le binaxe da lem barewa legelyan yek rayî nîyin. Ke waw bû hîç çawerwanî qeyranek gewre legel Rusya sebaret bi em meseleye nakim. Ême çaweranî le Rusyakan dikeyn bo seqamgirî le heremeke da piştgîr bin, pêm waye hemu ême hewlî ewe dabîn dawa li xelk bikêyn pêmnî biparêzin û karbidestanî Kosovo jî divê rêgeyan pê bidrê ew hikumeta dabimezrênin û berewpêş hengaw binêt."

Burns bi tekes kir ku 17 hezar endamên hêza NATO li Kosovo ya ku 1600 serbazên Amerîka digrîte xwe dê jibo muddehek nedîyar kirî digel polîsên Yekîtîya Ewropa li wê derê bimînin da ku parastin û berevanî kirin ji berjewendîyên kêmanîyên Sirbî piştrast bikin.

Wî got Amerîka û hevalbendên Ewropa plan dikin konferansek alîkarîyê jibo Kosovo dinav çend mehên bihêt da li dar bêxin ku piştgîrîya wê hikumeta nû ya serbixwe bikin û dikarî çaverê bête kirin 335 milyon dolar ji alîkarîyên du alîyane yên Amerîka bo sala 2008ê bigrîte xwe ku çar qatê alîkarîyên sala borî ne.

XS
SM
MD
LG