Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Kuba Fidel Castro destlikarkêşana xwo ragihand


Serokê Kuba Fidel Castro destlikarkêşana xwo ragihand piştî desthilateke 49 salan.

Birêz Castro ev biryare li jimara îro ya rojnama Granma ragihand pêşîya kombûna parlamana welatî li roja yekşembîya bihêt ku têda serok tê destnîşan kirin.

Serok Bush li seredana xwe ya bo Efrîqa ragihand ku ew hîvîdar e destlikarkêşana Castro bibe bi mayî seretayî demokrasîyê li Kubayê.

Fidel Castro li hemî serokên welatên nîva rojavayê cîhanê pitir li ser desthilatê maye her çende bi berdewamî û bi rêberayetîya Amerîkayê bizav hatîne kirin bo ladana wî li ser desthilatî.

Bo hinek Kubîya ew qehremanekî şoreşger e lê bo yêt dî ew dîktatorekî Komunîstî zordar e.

Birêz Castro li sala 1926ê li dayîk bûye û biruwannameya yasayê li Zanîngeha Havana bi destve înaye û piştî hingî têkelî sîyasetê bûye û rêberayetîya bizavekê kir bo ladana dîktator Fulgencio Batista li ser desthilatî û bizavên wî serkeftî bûn.

Li şoreşa sala 1959ê wî Batista lada û heyva yek sala 1959ê Castro hate ser desthilatê. Her digel hatina ser desthilatê wî dest bi ser erdê cotkarî û banqa niştimanî û kargeha girt. Azadîyên sîyasî hatine tepeserkirin û rexnegirên hikumetê hatine zindanî kirin. Bi hezaran Kubîyan welatê xwe hêla û piranîya wan li Amerîkayê bûyîne mişext.

Her digel zêdebûna temenê wî dengûbahsa xirab bûna rewşa saxlemîya wî serhildan û li roja 31ê heyva heft sala 2006 televîzyonan bi fermî nexwoşbûna Castroyî ragihand.

XS
SM
MD
LG