Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McCain û Obama berdewamin li serkeftinên xwe yên hilbijartinên berahîyê


Senatorê Komarî yê wîlayeta Arizona John McCain û senatorê Demokratan yê wîlayeta Ilinois Barack Obama berdewamin li sergêra serkeftinên xwe yên hilbijartinên berahîyê jibo serokatîyê, bi vê serkeftina girîng ku li wîlayeta Wisconsin qazanç kirin.

McCain ku berbijarîya partîya xwe piştrast kirîye bi 20% xalan li pêşîya rikeberê xwe Mike Huckabee ye.

Derencamên berahîyê nîşan didin ku Obama jî pitirî 10% xalan li pêşîya senatora New Yorkê Hillary Clinton e.

Dinav gotara serkeftina xwe da li Ohio McCain behsê tecrubeyên xwe yên sîyaseta derve kir û rexne li helwestên kandîdayên Demokratan girt û bi taybetî senator Obama weku mebesta xwe dîyar kir.

Hilbijartinek din ya berahîyê ya Komarîyan ku li wîlayeta Washington birêve çû li encamên wê hetanî dereng wextê warî nahêne ragihandin.

Obama jî roja sêşembîyê li Teksasê jibo alîgirên xwe axift, daxwaza xwe jibo guhartinê û herwisa behsê rêberan kir ku dikarin Amerîkîyan yek bêxin.

XS
SM
MD
LG