Grupek sereke ya vekolînê huşdarîyê didet ku grupên çekdar li Kenya hêjta bi hêztir dibin û dîyar diket ku dûr nîne tundûtûjî dubare destpêbibin eger danustandinên ligor çareserkirina kêşeyan bisernekevin.
Grupa alozîyên navnetewî ya bingeh li Brukselê îro pêncşembîyê ragihand ku rewş bi giranî aloz bûye liber ku tundrê û milîtan ji herdu alîyan xwe jibo rûbirûyeke din amade dikin.
Wê grupê got jibo hindê ku danustandin biserbikevin civaka navnetewî divîya givaşa xwe zêdetir bike, dinav da gefe kirina sizayan û herwisa pêşkêş kirina alîkarîyan weku mercek bi rêkeftinê ve girêbidin.
Danustandinên navbera partîyên rikeberên sîyasîyên Kenya gehêştîne hinek rêkeftinên pitir lê herdu alî hêjta li hev dûrin sebaret hindê ka bi çi awayî desthilatê di navbera xwe de parve bikin.
Hêjayî gotinê ye Sekreterê Giştî yê berê yê Netewyên Yekgirtî Kofi Annan navberîya wan bahs û miştûmiran diket.