Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya li Pakistanê dîyar kirîye ku jibo pêkanîna hikumetek hevalbend ew dê dest bi planên xwe bikin


Rêberên partîyên opozîsyonên Pakistanê yên nû serkeftî dinav hilbijartinên giştî yên roja duşembîyê da dîyar kirîne ku jibo pêkanîna hikumetek hevalbend dest bi planên xwe bikin.

Rêberê Partîya Gelî ya Pakistanê (PPP) Asif Zardarî hevjîyê serokwezîra berê Benazir Bhutto, herwisa rêberê Partîya Komkara Misilman (PML-N) serokwezîrê berê Newaz Şerîf dê îro pêncşembî derengwext li Îslamabadê bihevra kom bin.

Roja çarşembîyê serokê Pakistanê Pervez Muşerref piştî serkeftina herdu partîyên opozîsyonê daxwazek hevalbendîyek hevseng kir.

Hinek sîyasetvanên opozîsyonê daxwaz ji wî kirine ku dev ji kar berdet lê serokî dîyar kir ku wî çi plan nîne xwe paşda bikêşît.

Zardarî daye zanîn, partîyên wan dikin ku desthilatên parlamanê vejînin ku li jêr serokatîya Muşerref de bê hêz bûyîne.

XS
SM
MD
LG