Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Iraq û Îranê li ser parastina sînorî gehêştine rêkeftinekê


Karbidestên Wezareta Derve ji Iraq û Îranê rêkeftine pêkve bingehên zêrevanî kirina ser tixubî vejînin bi merema baştir kirina parastinê li ser tixubî di navbera herdu welatan da.

Ew rêkeftin ku li Tehranê hate îmza kirin herwisa dê mekanîzma rêkeftina sala 1975ê bêxîte kar da ku alozîyên li dor dîyar kirina tixubî çareser biket. Li ser hindê ka kîja pişka wê peymannamê yan kengî dê bête vejandin, çi zanyarî nehatîne berdest kirin.

Ew rêkeftin ku bi peymannameya Cezayîrê hatîye nas kirin serkeftî nebû li rêk girtina li şerê heyşt salî dinavbera Îran û Iraqê da ku bi sedan hezar kes têda hatine kuştin.

Mihemmed Hac Hemud serokê şanda Iraqê li Tehranê jibo rojnamevanan axift û got:

"Ême rêkeftinekman mor kirduwa bo destpêkirdin le prosekanî çareser kirdinî giriftekanî sinur; sinurî deryayî û zemînî. Dirust kirdineweyî xalekanî pişkinîn û pazgekanî ser sinur yarmetî dida li ser çareser kirdinî kêşekanî tirî, lewan; Iraq û Îran." Ew amajey be ewe kir samanî newt li dirjayî sinur da yekyek li ew giriftane bûwa. Ew gotî herdu welat dezanin çenewtekanyan le kuwê dan.

Li destpêka vê mehê Iraqê Îran tometbar kir bi dizîna petrola Iraqê û girêdana jêrxanên petrolê bi erdê xwe va û Îran wan tometan red diket.

Ew rêkeftin berî seredana dîyar kirî ya serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad bo Iraqê li duyê meha bihêt tête berdest kirin.

Ew seredane dê îşaretek bît jibo xala guhorînê di peywendîyên navbera wan du welatan da yên ku li ser tometbar kirina Îranê ji alîyê Iraq û Amerîka ve bi destê werdana di karûbarê Iraqê da aloz bûbûn.

XS
SM
MD
LG