Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jon Stewart evsal ahanga Oscarê birêve dibît


Berbijarê komedîyê Jon Stewart dê ahenga Oscar ya evsale birêve bibit û biryare ku çend nukteyên pêkenîya pêşkêş ket û piranîya wan nukta dê li ser sîyasetê û sîyasetvanan bit; bi taybetî berbijartê serokatîya Amerîka.

John Stewart 45 salî ye û dê evsale Oscar pêşkêş ketin li sînema navdar Kodak, li Los Angeles li wîlayeta California.

Stewart li sala 2006ê jî ahenga Oscar pêşkêş kiribû û wê salê li dûv rawergirtinên televizyonê ku kêmtirîn jimara xelkê temaşeyî ahenga Oscar kiribû, li wê ahengê Stewartî yarîyên xwo û henekêt xwo dikirin bi çend filma ku miştûmir li ser wan filma bî li wî demî, weku filme kowboy “Brokeback Mountain” û filme “Munich.”

Eve ji sala 1999ê were Stewart xelekên bi taybet pêşkêş dikitin bi navê “The Daily Show with Jon Stewart” li ser televîzyonê.

Hêjayî gotinê ye ku ahenga Oscar dê rastewxo ête pêşkêş kirin li roja yekşembîyê, 24ê meha du-Şubatê li ser kanalê ABC.

XS
SM
MD
LG