Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên ji şeş hêzên cîhanê li Washingtonê kom bûn


Karbidestên ji şeş hêzên cîhanê li Washingtonê kom bûn û dibêjin ew sizayên nû dijberî Îranê dine didin li demekî ku egera alîkarîyan jibo Îranê berdest dikin, eger bêt û ew welat programa xwe ya zaxkirina uranyumê rabigrit.

Dinav ragihandinek zanyarî danê da ku piştî kombûna wan roja duşembîyê derengwext hate belav kirin, peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Tom Casey dibêjît wê grupê bahs li ser raporta ji alîyê Ajansa Uza Atomî ya Navnetewî ve kir ku vê heftîyê belav bû û Îran têda xetabar zanî liber ku bi temamî bersiva pirsyarên li dor çalakîyên xwe yên navokî di demên borî da nedaye.

Cîgirê Wezîra Derveya Amerîka Nicholas Burns li Wezareta Derve sergêrîya wê kombûna hevtayên xwe yên rêveberên sîyasî kir ji Alman û pênc endamên hevdem yên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî anku Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rusya û Çîn.

XS
SM
MD
LG