Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tawana dijminekî şerkerên neqanunî li ser rojnamevanekî Afganî hatîye danan


Leşkerê Amerîka dibêjît tawana dijminekî şerkerên neqanunî li ser rojnamevanekî Afganî hatîye danan.

Peyivdarekî leşkerî dibêjît piştî pêdaçûnekê pêzanînên bawerê hene ku ew rojnamevanê bi navê Cewad Ahmed xeterek e li ser Hêzêt Hevalbenda bi rêberayîya Amerîka û li ser hikumeta Afganî.

Leşkerê Amerîkî tawan li ser rojnamevanê 22 salî dîyar nekirin, herwisa belgeyên li ser wî hene aşkira nekirîne.

Wî rojnamevanî bo televîzyoneke Kanadî kar dikir, belê leşkerî got wan Ahmed nekiribû armanc ji ber karê wî ku rojnamevan e; li meha deh hêzêt Amerîkî ew li bajêrê Qandaharê girtibû û birîye bingehê Bagram.

XS
SM
MD
LG