Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Dezgehê Zanyarîya Niştimanî ya Amerîka dibêjît El Qaîde hêjta gefe arasteyî Amerîka dike


Rêveberê Dezgehê Zanyarîya Niştimanî ya Amerîka dibêjît El Qaîde û dar û destekên wê yêt terorîst hêj berdewamin li ser araste kirina gefe yên berçav dijberî Amerîka û berjewendîyên wî welatî li derve.

Michael McConnell roja çarşembîyê li pêşberî komîteya karûbarên hêzên çekdar li Senata Amerîka sebaret raporta salane ya wezareta xwe li dor egera gefeya parastinê zanyarî dan.

Wî got dinav sala bihêt da tundrêyên ji alî milîtanêt xwedî îdeolojîya Îslamî ve hatine dinedan dê her weku gefe bimînin û rêveberîya navendîya El Qaîde herêma ser tixubî ya Pakistanê pêkhata wan ya herî metirsîdar e.

Li ser Afganistanê jî McConnell gote wê komîtê Talîbanêt jinûve serhildayî alîyê kêm 10% wî welatî kontrol dikin û hikumeta Afganistanê jî 30%.

Wî got piranîya heşîmeta xelkê welatî li jêr kontrola eşîretên herêmî de mayîne.

XS
SM
MD
LG