Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice û Ban Ki-Moon herdu daxwaza ragirtina tundûtûjîyê li Kerta Xezze dikin


Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon herdu daxwaza ragirtina tundûtûjîyê li Kerta Xezze dikin rojekê piştî êrîşên asmanî yên Îsraîl û êrîşên muşekên Hamasê birêve çûyîn.

Dereng wext roja çarşembîyê Rice daxwaz kir ku domahî bi êrîşên muşekên Hamasê bo ser Îsraîlê bihêt piştî ku li Tokyo digel serokwezîrê Îsraîl Ehud Olmert da kom bûyî.

Dinav ragihandinekê da bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon re kuştinkarîya ji alîyê herdu layan ve mehkum kir û wî got divîya rêk bi tundûtûjîya nehête dan ku bibine asteng li hember pêşveçûna proseya sîyasî.

Ew daxwaz di bersiva êrîşa asmanîyên Îsraîl de hate kirin ku Wezareta Navxweyî ya Felestînê hingavt û têda piçûkek hate kuştin û 14 yên din jî birîndar bûn.

Roja çarşembîyê zû milîtanêt Hamasê li Kerta Xezze alîyê kêm 20 muşek avêtine nav başûrê Îsraîl ku têda xwendevanek zankoya Îsraîlê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG