Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk dibêje 29 serhildanên li dîroka Turkîye nîşan didin ku ev mesele ne tenê mesela PKK ye


Parlamantarê Kurd û serokê grupa DTP li parlamana Turkîye Ahmet Turk digel hevkara me ya li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Muteber Şîrwanî hevpeyvînek kirîye. Di vê hevpeyvînê de rêzdar Turk rewşa Kurdan û bi taybetî jî kiryarên leşkerî yên Turkîye yên vê dawîyê nirxand.

Birêz Ahmet Turk dibêje Turkîye dixwaze bêje di Rojhilata Navîn de ez hêzek im, qewetek im û bêy min tu pirsgirêk çareser nabe û ew pirsgirêka ku ez ne dinav debim jî ez qebul nakim, herwisa wek mesela Kerkukê ku Kurd li başûr bûne xwedîyê statuyekê û Turkîye ev wek tehdîdekê dibîne.

Rêzdar Turk dibêje mesele ne tenê mesela PKK ye, eger hun li dîroka Turkîye binihêrin 29 serhildayên Kurdan çêbûne, li wî demî PKK hebû? Na, ev jî tê wê maneyê ku pirsgirêkek heye. Em dixwazin ku dunya li ser vê pirsgirêkê bisekne.

Li ser rewşa parlamanterên Kurd ew dibêje li hember wan dijberîyeke xurt heye ku dixwazin partîya wan bigrin û parastina bo qanundaneran ya li ser parlamanterên ji partîya wan rakin.

Di hevpeyvînê de rêzdar Turk dibêje ev êrîş ne tenê li ser PKK ye sibê roj ew dê tesîrek mezin li ser gelê Kurd hebe û jiber vê yekê jî lazime Kurd li hemî alîyan li dijî vê yekê derkevin.

Eger ku hun bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re li jor pêl nivîsa bi rengê şîn bikin ya ku dibêje "Hevpeyvîna bi Ahmet Turk re."



XS
SM
MD
LG