Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjit lazime leşkerê Turk bi zûtirîn dem ji bakûra Iraqê derkevin


Serok Bush dibêjît divêt serbazên Turkîyeyê bi zûtirîn wext ji bakûra Iraqê derkevin.

Serok Bush li konferanseka rojnamevanî li Seraya Sipî duhî pêncşemê got kiryara Turkîyeyê li dijî serhildayên Kurd li bakûra Iraqê divê sînordar be û herwiha demekî be.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates eynî peyam dayî serokê Turkîyê Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Ankarayê

Li roja pêncşemê, di demê vegeryana wî bo Washington rêzdar Gates digel peyamhinêran axift û got rêberên Turkîyeyê çi muhlet dîyar nekirîye sebaret bi domahî înana şerrê dijî serhildayên Kurd û leşkerî çi agahî nedaye wî.

Rêzdar Gates got wî sengî kirîye ser rêzdar Abdullah Gul û Tayyîp Erdoganî ku hevbeş pêzanîna sebaret kiryara leşkerî digel rêberên Iraqê wekî ka çiqas serbaz û ka çend erdên Iraqê pêywendî pê hebe.





XS
SM
MD
LG